Serokkomarê Iraqê: Haya min ji biryara Hîzbullah û Husî nîne!
Serokkomariya Iraqê îdîayên ku dibêjin Hîzbullaha Lubnanê û Husiyên li Yemenê (Ensarullah) weke “rêxistina terorê” hatin îlankirin, derewand.
Serokkomariya Iraqê îdîayên ku dibêjin Hîzbullaha Lubnanê û Husiyên li Yemenê (Ensarullah) weke “rêxistina terorê” hatin îlankirin, derewand.
Serokkomariyê daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Iraqê û diyar kir ku haya wî ji biryara navborî nîne û tiştekî wisa erê nekiriye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tenê qanûnên ku ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatine qebûlkirin û biryarnameyên Serokkomariyê ji Serokkomariyê re hatine şandin û hate gotin ku biryarên mîna lîsteya terorê ne di eleqeya saziyê de ye. Serokkomariyê diyar kir ku tenê ji medyaya dîjîtal ji vê îdîayê agahdar bûye.
Komîteya Rawestandina Hebûna Terorê ya Iraqê 17’ê Mijdarê biryara bi hejmar 61 weşand; ferman dabû ku Hîzbullah, Husiyan û 24 çêkerên din girtine lîsteya rêxistinên terorê û hebûna wan were bidawîkirin. Biryara ku qasî du hefteyan nehate ferqkirin, roja pêncşemê ket meriyetê û vê yekê deng veda.
Heman rojê komîteyê ragihand ku lîste “bêyî ku berçav were derbaskirin, hatiye weşandin” û paşde gav avêt. Komîteyê ragihand ku çêkerên ku eleqeya wan bi DAÎŞ û El Qaîde re tune ne, wê ji lîsteyê bên derxistin.
Li gorî pisporan weşandina biryara navborî encama zexta DYE’yê ye, paşde gav avêtin jî bandora Îranê ye.
Li Iraqê nîqaşên li ser vê biryarê, didomin.